حوارات

هيتما على موقع الائتلاف

2017-05-08
 

Mihemed Şerîf: Min Heta Niha 1400 Derfetên Kar Peyda Kirine

 
 Min Heta Niha 1400 Derfetên Kar Peyda Kirine
 

Bê guman ew civakên ku tûşî bobelata cengê dibin, pêwîstiya wan ne tenê bi leşkeran û partiyên siyasî heye, lê pêwîstiya wan ya herî mezin bi rêxistinên civaka sivîl heye, da bi rola xwe ya di warê rêxistinkirin û ragihandinê li kêleka rola siyasî rabin, jo bo beşdariya di bilindkirina asta çanda îkolocî û yasayî ya endamên civakê û cîbecîkirina pirogramên geşepêdan û mafên mirovan, û belavkirina çanda karê xwebeş û xêrxwazî.  

Û ji bo ronîkirina çalakiyên yek ji van rêxistinan, me ev dîdara taybet bi Mihemed Şerîf Mihemed serokê rêkxistina Hîtma ya geşepêdana rewşenbîrî û civakî re kir.

Di destpêkê de hûn dikarin saziya "Hîtma" ji xwendevanan re bidin nasîn, kengî hatiye damezrandin û li ku û çawa ramana damezrandinê çêbû?

Destpêka karê me li Sûriyê bû, berî destpêkirina şoreşê bi demek dirêj, ji sala 2006an de bû, di riya girûpeke rewşenbîrî re ku her heyv çalakiyeke rewşenbîrî li dar dixist, me her car du sîmînar pêşkêş dikirin, yek jê bi zimanê Kurdî bû û ya din bi zimanê Erebî bû, û me gelek korsên fêrkirina zimanê Kurdî vekirin, û me karîbû malbatên hewcedar û pizîşkan û her weha xwebexşan pev bigihînin da wan bê beramber derman bikin, her weha me pilatformeke rewşenbîrî li ser tora entirnêtê çêkir, û di dema mana min li Herêma Kurdistanê, min çalakî bi tena xwe dikirin, di dema berî wergirtina ruxseta rêxistina Hîtma.

Gelo kîne ew aliyên piştgiriya çalakiyên we dikin, û bi taybetî dana pêdivî û alîkariyên mirovî?

Li vêde, li Herêma Kurdistanê, tu alî alîkarî nedaye me, em li ser ramanan kar dikin, û em wan ramanan pêşde dibin, anku darayîya me xwemalî ye, em keda kesê xwebexş dikin kar.

Lê der barê alîkariyên wek cilan û kursiyên kêmendaman û kopalên wan yên taybet  û kelûpelên dibistanan, ew di riya piştgiriya komeleya Azadî ya li Hanoverê/ Almanya re ye, û ta niha me nêzî 33 tonên alîkariyan ji wê komeleyê wergirtine.

 

حوار مع هيتما منشور في الحوار المتمدن

2017-05-08

محمد شريف محمد: حتى الآن قمنا بتأمين 1400 فرصة عمل وربطنا العوائل الفقيرة بالأطباء للتداوي مجاناً


ماجد ع محمد 

     
 

 

لا شك بأن المجتمعات التي تبتلي بالحروب ليست بحاجة فقط الى عسكر ولا فقط إلى أحزاب سياسية، إنما هي بأمس الحاجة إلى منظمات المجتمع المدني لتقوم بدورها في المجالات التنظيمية أو الإعلامية إلى جانب دورها السياسي، والمساهمة في رفع سوية الوعي الثقاقي والبيئي والقانوني لأفراد المجتمع وتنفيذ برامج التنمية وفلسفة حقوق الإنسان، ونشر ثقافة العمل الطوعي والخيري بين الناس، وللوقوف على نشاط إحدى تلك المنظمات كان لنا لقاء خاص مع محمد شريف محمد رئيس منظمة هيتما للتنمية الثقافية والاجتماعية. 
ـ بدايةً هلا قمتم بتعريف القارئ بمنظمة هيتما متى تأسست وأين وكيف تبلورت فكرة التأسيس؟